Raab: Îstîxbarata Îngîlîz bende nînbû ku Kabîl bikeve destê Talîbanê

Raab: Îstîxbarata Îngîlîz bende nînbû ku Kabîl bikeve destê Talîbanê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îngîltere Dominic Raab sedema ku amadekariya tehliyeyan baş nehat kirin bi bidestxistina agahiyên îstîxbarata Îngîltere ve girê da û got; îstîxbarata Îngîlîz bende nînbû ku Kabîl îsal bikeve destê Talîbanê

Wezîr Dominic Raab di komîta karên derve ya Parlementoyê de li ser mijara Afxanistanê pirsên parlementeran bersivand. Li ser pirsa ku tehliye çima dereng man weha got:

“Em li ser esasê raveyên JIC (Komîta Îstîxbaratê ya Hevpar) û ya bi desteka artêşê meşiyan ku gotin dema em qebûl bikin heya dawiya tebaxê wê yekîneyên me vekişin, piştî vekişînê wê rewş xerab bibe lê heya dawiya salê wê Kabîl nekeve destê Talîbanê.

Eger em rastiyê bêjin, neketina Kabîlê ya di îsal de di nav hevkarên NATO de fikreka gelek belave bû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin