KDP: "Me li Sengalê dest bi xebata hilbijartinê kir”

KDP: "Me li Sengalê dest bi xebata hilbijartinê kir”

PeyamaKurd – Di 10 ê cotmehê de li seranserê Iraqê hilbijartin çêdibin û PDK ê ragihand ku wan li Şengalê dest bi xebatên hilbijartinê kirine. Berpirsê PDK ê yê hilbijartinan yê Şengalê Seydo Çeto ragihand ku ji bo hilbijartinê dest bi xebatên xwe kirine. Li deverên Kurdistanî yên ku di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, PDK ewilî li Kerkûkê dest bi xebatê kir û niha li Şengalê destpêkirin.

Seydo, ragihand ku Şengal kirine 4 deverên hilbijartinê û PDK 3 namzetan nîşan daye. Parlementera berê ya Bexdayê Viyan Dexîl, Mehma Xelîl (qeymeqamê Şengalê) û Dr. Macid Şengalî bûn namzedên PDK ê.

Seydo di daxwuyaniya xwe de got ku ew ji bo devera 4 ê difikirin ku Îbrahîm Qebû nîşan bidin û xebata hilbijartina Şengalê bi 15 qolan têkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin