PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto diyar kir, hevbeşên me li Herêma Kurdistanê roleke girîng di serkeftina şerê li dijî DAIŞê de dibînin.
Wayne Marotto li ser Twittera diyar kir: “Di çarçoveya berdewam ên Herêma Kurdistanê yên ji bo jinavbirina terorê de, Beşa Dijeterora Kurdistanê şaneyek terorist a 7 kesî ku li Hewlêrê planên kiryarên terorist dikirin, desteser kir.”
Herwiha Marotto destnîşan kir: “Hevbeşên me li Herêma Kurdistanê roleke girîng di serkeftina şerê li dijî DAIŞê de dibînin û em bi hevbeşiya xwe bi wan re pabend in.”
Şeva borî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, Dijeterora Kurdistanê komeke teroristên DAIŞê yên ji 7 kesan pêk dihat li Hewlêrê desteser kir û planên wê pûç kirin ku hewl didan kiryarên teroristî li Hewlêrê pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin