Amerîka pabendbûna xwe ya li ser pistgîrîkirina Herêma Kurdistanê dubare dike

Amerîka pabendbûna xwe ya li ser pistgîrîkirina Herêma Kurdistanê dubare dike

PeyamaKurd – Amerîkayê, di 30 saliya biryara 688 a ji bo parastina gelê Herêma Kurdistanê de, bi peyamekê pabendbûna xwe bi piştevanîkirina gelê Kurd re diyar kir û got, ew ê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê ya bihêz di çarçoveyê Iraqa federal de berdewam bin.

Di peyama xwe de Balyozxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê destnîşan dike: “Di rojeke wek îro de ji sala 1991an, Amerîka alîkar bû ji bo damezirandina herêma aram, ew jî bi rêya sepandina herêma dijefirînê li ser xeta 36 li Iraqê da ku ewlehiya gelê Kurd misoger bike.”

Balyozxaneyê da zanîn: "Amerîka pabendbûna xwe ya piştgîriya gelê Kurd dubare dike û dê berdewam be li ser piştgîrîkirina Herêma Kurdistanê ya bihêz di çarçoveya Iraqa federal de.”

Piştî bi dawîbûna şerê Kendavê yê duyem di sala 1991an de, Amerîka û Brîtanyaya di her du salên 1991 û 1992an de li Iraqê herêma aram ragihandin û weke herêma dijî balafiran li bakur û başûrê Iraqê hate nasîn û ev jî ji bo parastina Kurd û Şîayan ji zulma Bexdayê.

Fransa di destpêka Nîsana 1991an de, projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tê de daxwaz kir ku komkujiya Iraqê ya li dijî gelê Kurd şermezar bike ku ji ber di dema şerê kendavê de serî hilda û gelê Kurd dest bi raperînê kir. Ev yek bû sedema ku di 5ê heman mehê de biryara 688 ji aliyê Encumena Asayişa Navdewletî ve were derxist û tê de bang li Iraqê hate kirin ku dest ji kuştina Kurdan berde û rêzê li mafên mirovan bigirin. Daxwaz jî ji sazî û rêxistinên hawarçûnê yên Neteweyên Yekgirtî kir ku alîkariya koçberan bikin ku ji ber zilma rejîmê nêzî milyonek Kurdên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Îranê û Tirkiyeyê û koçber bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin