PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku li Afxanistanê ji ber belga seyahetê ya hinekan tineye tahliye tên astengkirin lê rast nîne ku Talîban kesî an tiştnan ‘rehîn sitendiye’.
Blinken li payîtexta Qatarê li Dohayê li ser pirsa ku Talîbanê nehiştiye kesên ji Afxanistanê veqetin û seferên balafiran bên kirin got ku wan tişteka weha nebihîstiye. Blinken weha got:
“Ez fam dikim ku kesên di destê wan de belgeya derketina derve hebe Talîbanê wan red nekiriye lê kesên di destê wan de belge tinebin, wê nikaribin ji Afxanistanê derên. Ji ber van mirovan tev tên cem hev, ev tê vateya ku îznê nadin sefera balafiran.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin