PeyamaKurd – Lêkolînerê Amerîkî Paul Davis di derbarê proseya hilbijartina pêşwext ên Iraqê de diyar kir, hilbijartinên Iraqê gaveke ji bo pêşveçûnê ye, lê demokrasî kultur e û divê kar li ser were kirin û da zanîn: “Li Bexdayê hizrek heye, kar li ser sînordarkirina rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê dike.”
Lêkolînerê Amerîkî Paul Davis ji K24ê re destnîşan kiriye: “Bawer nakin ti guhartinên mezin li Iraqê çêbibin. Lê rola Îranê di siyaseta Iraqê de zêde dibe, bi taybet di van şert û mercên piştî vekişîna Amerîka ji Afganistanê de derketine holê.”
Paul Davis daye zanîn: “Divê her hilbijartin bêne kirin, ji ber ku gavek ji bo pêşveçûnê ye. Her çiqas demokrasî kultur e, berî ku bibe proseyek.”
Davis eşkere kiriye: “Eger guhertinek di hilbijartinan de bibe, dê bi biçûk be. Hêzên siyasî dê bimînin. Ez arasteyekê dibînim ku li Bexdayê kar ji bo lawazkirina Kurd, rola Serok Barzanî û Kurdistanê tê kirin. Divê Amerîka li Iraqê bimîne ji bo parastina Herêma Kurdistanê û rola wê di Iraqê de.”
Herwiha diyar kiriye: “Herêma Kurdistanê pêwendiyên wê yên taybet bi Amerîka re hene, lê dema berî çend salan Iraqê destê xwe danî ser Kerkûkê, Amerîka ti tiştek nekir, ev yek jî pirs li ser vê pêwendiyê dirust dike. Herêma Kurdistanê ne li dijî Amerîka ye, lê belê dosta Amerîka ye û divê ev pêwendî bi pêş ve biçin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin