Dije Terora Kurdistanê li ser bûyera sehîdbûna 2 Pêsmergeyan daxuyanî da

Dije Terora Kurdistanê li ser bûyera sehîdbûna 2 Pêsmergeyan daxuyanî da

PeyamaKurd - Îro 15ê Îlonê danê êvarê li geliyê Neqeba yê devera Nehlê ya li sînorê navçeya Akrê, 3 bombe teqiyan û di encama teqînê de 2 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.

Li ser bûyerê Dije Terora Herêma Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û ragihand, îro di demjimêrên êvarî de, li herêma navbera gundên Kanî Toz û Nêrkê li nehiya Dînarte ya navçeya Akrê ya parêzgeha Duhokê, mayînek bi hêzên pêşmerge de teqiya.

Dije Terora Kurdistanê destnîşan kir ku ew mayîn ji aliyê PKKê ve hatiye danîn û di encama teqînê de 2 pêşmegre şehîd bûne.

Li ser rewşa emnî ya navçeyê Rêveberê nahiya Dînarte ragihand ku car caran dengê teqeyê li wê deverê hebû, lê rewş li deverê di bin kontrolê de ye û hemû hêzên emnî û pêşmerge yên li navçeyê di amadebaşiyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin