PeyamaKurd – Li Meksiyakayê di nav paketa xelata rojbûnê de bombe derket û di encama teqîna bombeyê de 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Li gor çapemeniya Meksîkayê; li eyaleta Guanajuatoyê li bajarê Salamancayê di xwaringehekî de xwediyê xwaringehê ji bo rojbûna xwe aheng çêdikir û jê re di nav paketekî de bombe hat şandin.
2 kesên ku bi motorsîkletê çûbûn xwaringehê, paketê dane xwediyê xwaringehê. Dema qutiya xelatê vedikin bomba yekser diteqe û yek ji yê mirî xwediyê xwaringehê ye ku rojbûna xwe pîroz dikir.
Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin