Li bajarê Urmiyê bihayê nan bilind bû

Li bajarê Urmiyê bihayê nan bilind bû

PeyamaKurd – Li bajarê Urmiyê bihayê nan bilind bû û ji ber vê sedemê jî, dora xelkê li ber deriyê nanvaxaneyan û qerebalixiya wan zêde bû.

Serokê Saziya Pîşe, Kangeh û Bazirganiya parêzgeha Urmiyê, “Xulamriza Babayî”, li ser bilindbûna bihayê nan û dorên xelkê li ber deriyê nanvaxaneyan gotiye: “Di nanê “Lewaş” ji 275 Tumen bi 300 Tumenî bilind bûye”.

Herwiha Babayî diyar kiriye, di tu cihekî dorên xelkê li ber deriyê nanvaxaneyên parêzgeha Urmiyê diyar nîne.

Hêjayî gotinê ye, do wêneyên çendîn bajarên parêzgeha Urmiyê li nav torên civakî de hatine belavkirin û nîşana qerebalixiya xelkê li ber deriyê nanvaxaneyan bû.

Bilindbûna nirxa nan û nebûna nan û herwisa di wê rewşa Koronayê de ku parêzgeha Urmiyê yek ji parêzgehên sor e, xelk rastî xerabtirîn pirsgirêkan hatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin