PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhammed peyamek weşand.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya salvegera jidayîkbûna Pêxemberê mezin, Hezretî Muhemed El-Mustefa (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.
Ji Xwedayê mezin daxwaxkar in ev boneya pîroz bibe sedema kûrkirina giyanê lêborîn, pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî li seranserî Iraq û navçeya me.
Ji Yazdanê mezin dixwazin di vê boneya pîroz de, deriyê xêr, bereket, xweşiyê û aştiyê di rûyê gelê Kurdistanê û gelên navçeyê de veke û aştî û aramiyê bi cîhan û navçeyê de bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin