Dibe rojane 100 hezar kes bi Kovid-19 ê bikevin

Dibe rojane 100 hezar kes bi Kovid-19 ê bikevin

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Îngîltere Sajid Javid got ku tehdîda Kovid-19 ê dewam dike û di mehên zivistanê de dibe jimara pêketiyên Kovid-19 ê rojane derê 100 hezarî. Li ser vê îhtîmalê wezîr Javid behsa bernama kirina vaccinê û girîngiya wê kir. Javid got ku mehên zivistanê ne tenê ji bo Kovid-19 ê lê ji bo vîrusên demsale jî zemînê amade dikin.

Wezîr Javid ragihand ku her roj hezar kesî dixin nexweşxaneyan û ev jimar di mehên zivistanê de dibe derê sed hazarî û weha got:

“Ev pandemî neqediya. Divê em zanibin wê ev vîrus ji bo demeke dirêj bi me re be û me tehdîd bike. Ji bo wê, em ê plana B yê nexin dewrê lê ji bo wê her wext amade bin. Em ê di mehên zivistanê de giraniya xwe bidin bernama aşiyan. Em bi xêra aşiyê,  bi vîrusê re ketine pêşbirkê lê ferqa navbera wan gelek kêm bûye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin