PeyamaKurd – Li welatê Amerîka Latînî li Ekwadorê her diçe nisbeta sûcan zêde dibe û girtiyên di zîndanan de zêdetir dibin. Rêxistina ji sîstema zîndanan berpirs SNAI ragihand ku di zîndana bajarê Guayaquilê, di zîndana Litoralê de, di êlûna çûyî de di navbera mehkûman de şer derketibû û 119 mehkûm jiyana xwe ji dest dabûn. Îro di heman zîndanê de 7 kes bi awayekî kuştiyên daleqandî hatin dîtin.
SNAI di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Di hucra 10 em ya zîndanê de di ciyê ziyaretê de cesedê 7 mehkûman daleqandî hatin dîtin. Ji bo lêpirsînê em bi dozger û polîsan re hevkariyê dikin.”
Xwediyên mehkûman li ber zîndanê civiyan û bûyerê protesto kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin