Li ser baregeha leşkerî ya Almanya 2 drone hatin dîtin

Li ser baregeha leşkerî ya Almanya 2 drone hatin dîtin

PeyamaKurd – Gelek caran li ser baregehên leşkerî û ciyên stratejik yên Almanya dronan dibînin û hukumeta Almanya dikeve nav tevgerê. Vê carê li ser baregeha leşkerî ya Almanya ya li eyaleta Ren-Vestfalya ya Bakûr li bajarê Mechernichê li ser baregeha leşkerî 2 dronênan tesbît kirin.

Berdevkê artêşa Almanya ya fermandariya operasyonel ragihand ku 2 drone di ser baregehê de firiyane û tesbîta wan kirine. Piştî tesbîtê, tîmên polîsên leşkerî li deverê lêkolîn kirine û paşî lêpirsînê dewrê polîsê Euskirchenê kirine. Polîs, li ser lêpirsînê ti agahî nedaye.

Herî dawiyê li Almanya nêzî balafirgeha Leipzig/Halle dronekî ku tê de teqemenî hebû û ji bo avêtina hedefê amade bû, hatibû dîtin. Lewra pîsta balafirê ji bo demekî girtibûn.

Wezîrê karên hundir yê Almanya Alexander Dobrindt, bûyera li Leipzigê weka êrîşa hîbrîtî bi nav kiribû û gotibû dibe li pişt bûyerê aktorên profesyonel hebin.

Li gor Daîra Krîmînal ya Federal ya Almanya (BKA); di sala 2025an de rêjeya dronên ku li ser baregehên leşkerî û balafirgehên Almanya geriyane û hatine tesbîtkirin, ji hezarî zêdetirin.

Piştî van bûyeran, dezgeyên federal bi tevlîbûna eyaletan navendekî bergiriya dronan ya federal ava kiribûn.