PeyamaKurd - Şeva borî li bajarê Kerkûkê dengê teqîneke bihêz hat bihîstin. Hat ragihandin ku baregeha leşkerî ya K-1ê, ku li rojavayê bajêr e, rastî êrîşeke mûşekî hatiye.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Emîr Şivanî derbarê rûdanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku teqîn li nêzîkî taxa Emel Şaabî qewimiye û baregeha K-1ê ya li rojavayê bajêr kiriye armanc. Her çend heta niha bi awayekî fermî nehatibe piştrastkirin ku êrîş bi dronekê an jî bi mûşekê hatiye kirin, lê agahiyên destpêkê îşaret bi êrîşeke mûşekî dikin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên li Kerkûkê ragihandin ku du mûşek ber bi baregeha K-1 ve hatine avêtin. Hat diyarkirin ku mûşekek li nêzî baregehê ketiye, lê mûşeka din negihîştiye armanca xwe û berî ku bikeve hundirê baregehê li herêmeke vala ketiye. Baregeha K-1ê ku 15 kîlometre dûrî navenda bajêr e, di navbera taxên Kurdistan û Emel Şaabî de cih digire.
Baregeha leşkerî ya K-1ê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ev baregeh ku berê leşkerên Amerîkî lê diman, di sala 2020î de bi fermî radestî artêşa Iraqê hatibû kirin. Ev êrîş di demekê de pêk tê ku ji ber şerê navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê, bi dehan êrîşên bi dron û mûşekan li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Heta niha derbarê ziyanên canî an jî maddî yên vê êrîşê de agahiyeke zelal nehatiye parvekirin û lêpirsîna hêzên ewlehiyê li herêmê berdewam dike.