PeyamaKurd - Malpera “Israel Today” di nûçeyeke xwe de ragihandiye ku rejîma Îran di hewlê de ye ku sîstemên berevaniyên xwe di wan deverên ku artêşa Îsraîlê êrîşê ser wan dike, bihêztir bike.
Di wê nûçeyê de hatiye gotin ku rejîma Îranê hewl dide moşekên berevaniya asmanî li Sûriye, Lubnan, Iraq û çend cihên din bihêztir dike daku rê li ber êrîşên balafirên Îsraîlê bigire û di demên dawî de li Sûriyê sîstemên nû yên berevaniyê hatine bicihkirin.
Şîrovekarê Siyasî Riza Perçîzade ji “Israel Today” re gotiye: “Sedema vê ku rejîma Îranê sîstemên berevaniya xwe di Sûriyê de bihêz kiriye ev e ku pêşbîniya êrîşa Îsraîlê bo ser binkeyên nukleerî yên xwe kiriye”.
Îsraîlê çendek berê ragihandibû ku wan ji bo êrîşkirina ser rejîma Îranê 1.5 milyar dolar budçe terxan kiriye û ew budçe hatiye pesendkirin daku cebilxane û moşekên pêşketî werin dabînkirin.
Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz, dabû xuyakirin ku ew bûdçe ji bo gefên bernameya atomî ya rejîma Îranê hatiye pesendkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin