PeyamaKurd – Li welatê Pakistanê li devera Paraça Çowkê li taxa Şerşehê di apartmanekî de teqîna xaza xwezayî çêbûye û di encamê de 12 kes mirine û 12 kes jî birîndar bûne. Serokê navenda travmayê ya nexweşxana Şehîd Mohtarma Benzair bûtto, Sabir Memon ji bo çapemeniyê ragihand ku 12 kes mirine û ji birîndaran rewşa 4 kesan xedare.
Tîmên polîsan ragihandin ku li deverê lûleya xaza xwezayî di newalê de derbas dibe, teqîn tê de çêbûye û avahiya ku di nav newalê de çêkirine, xesareka zêde diye. Li gor şahidên bûyerê; di bin enqazê de zêde kes mane û ji bo rizgarkirina wan 2 loderan xwestine wê derê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin