PKKê gefa dersînorkirinê li malbatên Pêsmergeyên Roj xwar...

PKKê gefa dersînorkirinê li malbatên Pêsmergeyên Roj xwar...

PeyamaKurd – Hat zanîn ku çekdarên bi ser PKKê ve yên li Rojavayê Kurdistanê gefa dersînorkirina ji Rojavayê Kurdistanê li malbatên Pêşmergeyên Roj xwarine û ji wan re gotine, heger zarokên wan dest ji pêşmergetiyê bernedin ew ê wan ji Rojava derxîn.

Çalavkvan û hiqûqnasê li Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Elo ji BasNewsê re gotiye, îstixbarata HSDê ku di destê çekdarên PKKê de ye, li bajarê Kobanê gazî malbatên Pêşmergeyên Roj kiriye û ji wan re gotiye, fişarê bixin ser zarokên xwe bila dest ji pêşmergetiyê berdin û tevlî HSDê bibin.

Çekdaran gef li wan malbatan xwarine û gotine, eger zarokên wan dest ji pêşmergetiyê bernedin dê wan ji Rojava derxîn.

Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) berî niha bi tundî ew reftarên PKKê şermezar kiribû û ragihandibû, PYD û PKK mîna rêjîmên dîktator yên cîhanê reftar dikin û wan neçar dikin li dijî zarokên xwe bipeyîvin.

ENKSê dabû xuyakirin, PKK malbatên pêşmergeyan tehdîd dike ku eger zarokên xwe ji nav pêşmergeyên Roj dernexin, dê wan sirgûn bikin û bikujin.

Hêjayî gotinê ye, Pêşmergeyên Roj ji keç û xortên kurd yên Rojavayê Kurdistanê pêk tên ku ji neçarî û ji ber kiryarên PKKê li Herêma Kurdistanê bicih bûne. Pêşmergeyên Roj di şerê DAIŞê de jî rolek mezin listine û gelek şehîd û qurbanî dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin