PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî agir bi avahiyeke 9 qatî ya li parêzgeha Kirmaşan a Rojavayê Kurdistanê ket û di şewatê de 2 kesan can da û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina ajansa Tasnim Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Qeyranan a Parêzgeha Kirmaşanê daye xuyakirin, şeva borî li derdora demjimêr 20:15ê agir bi yek ji avahiyeke taxa Behmenê ketiye û yekser tîmên agirkuj û hawarçûnê gihîştine cihê bûyerê.
Hatiye diyarkirin ku agir bi otombîleke li otoparkeke jêrzemînê ketiye û 5 otombîl şewitîne û piştre agir bi qatên din yên avahiyê ketiye6.
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Qeyranan a Parêzgeha Kirmaşanê daye zanîn ku 2 niştecihên avahiyê yên ku ketine otoparkê ji ber dûxan şewatê fetisîne û can dane. Herwiha 24 kesên din jî ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin