Li Qersê qeza çêbû: 4 kesan can dan, zarokek jî birîndar bû

Li Qersê qeza çêbû: 4 kesan can dan, zarokek jî birîndar bû

PeyamaKurd Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê qeza kir û di encamê de, 4 kesan can dan û zarokek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, şeva din otomobîla bi şofêrtiya Alperen Demirel, li fitloneke Ali Gaffar Okkan nêzîkê Pira Mihralibey, ji kontrola şofêr derketiye û li dîwarê bexçeyekî daye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirûstiyê, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Di bûyerê de şofêr û kesên di nav otomobîlê de bi navên Volkan, Elif Demiral û Tekin Alin canê xwe ji dest dan û zarokek 9 salî bi navê B.A. birîndar bû.

Tîmên tendirûstiyê ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî. Li gor zanyariyên hatine belavkirin, rewşa tendirûstiya birîndar xerab e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin