Li Efrînê xwekujekî xwe li nêzî baregeha komeke çekdar teqand

Li Efrînê xwekujekî xwe li nêzî baregeha komeke çekdar teqand

PeyamaKurd - Li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, îro êvarê xwekujekî bombeya li ser xwe pêçabû teqand.

Li gorî zanyariyên destpêkê li bajarê Efrînê li nêzîkî baregeha koma çekdar a bi navê Ceyş El Îslam kesekê êlekê bombeya xwekujiyê lê pêçayî xwe teqand.

Ji bilî xwekuştina êrîşkar, derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên piştrastkirî hîn nehatine belavkirin.

Teqîna Efrînê piştî êrîşên bombeyî yên li Ezaz û Babê di nav rojekê de teqîna sêyem e ku li herêmên kontrola artêşa Tirkiye û komên çêkdar rû dide. Di encama wan teqînan de hejmarek kuştî û birîndar çêbûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin