Çîn gaza LPG ya Îranê 100 Dolar kêmtir ji bihayê gaza Erebistanê dikire

Çîn gaza LPG ya Îranê 100 Dolar kêmtir ji bihayê gaza Erebistanê dikire

PeyamaKurd Çîn gaza “LPG” ya Îranê, 100 Dolar kêmtir ji bihayê gaza Erebistanê dikire.

Bihayê tonek gaza LPG ya Erebistanê, nêzî 710 heta 740 Dolaran e; ev tê wateya ku welatê Çînê gaza Îranê 100 Dolar kêmtir ji gaza Erebistanê dikire.

Çîn mezintirîn bikirê gaz û nefta Îranê ye; berê jî hatibû zanîn Çîn nefta Îranê 5 Dolaran erzan ji ya bazarê dikire.

Welatê Çînê di sala 2019an de nêzî 4.94 milyon ton gaza Îranê kirîbû û di sala 2020an de ev yeka dakete 3.85 milyon ton û ew hejmare di çend mehên destpêka sala 2021an de giha bi 2 milyon. Amara giştî ya sala 2021an ya şandina neft û gaza Îranê ji bo welatê Çînê hîn nehatiye belavkirin.

Ev rewş ji ber sedema dorpêçên aborî yên li ser Îranê ye. Rejîma Îranê, ji ber dorpêçan bi dizî neft û gaza Îranê bi kêmtirîn bihayê difiroşe welatê Çînê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin