PeyamaKurd – Endamê komisyona ewlehiya meclisa Îranê û hem parlementerê Sunnî yê Îranê Cîhanabadî ragihand ku Erebesitana Si’ûdiyê û Îran xwe amade dikin da konsulxaneyên xwe li welatên hev vekin. Têkiliyên navbera Îran û Erebistanê di sala 2016 ê de hatibûn birin. Cîhanabadî, di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Du welatên girîng Îran û Erebistan têkiliyên wan ji nûh de vedijin û xwe amade dikin konsulxaneyên xwe ji nûh de vekin. Eger ji nûh de têkiliyên navbera Erebistan û Îranê bên avakirin, wê di herêmê de arîşe kêm bibin, di nav alema Îslamê de aheng çêbibe û weha dewam kir:
“Divê dezgeyên ewlehiyê û medya ji leystikên Siyonîstan (Îsraîl) û terefdarên tund dûr bisekinin û li hemberê wan bihezir tevbigerin.”
Li Erebsitana Si’ûdiyê, di 02.01.2016 an de mirovê olî yê Şîa Nimr el-Nirmn jî di nav wan de 47 kes bi tohmeta terorê li Erebistanê hatibûn îdamkirin. Îran li dijî bûyerê derketibû û li pey hev daxwuyaniyan dabû. Di pey de Îranî konsulxaneyên Erebistanê yên li Tehran û Meşhedê şewitandibûn.
Di sala 2015 an de, di şerê Yemenê de têkiliyên wan bi temamî hatin birîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin