PeyamaKurd – Nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkayê yê Serokê Amerîkayê Brett McGurk di gotareke online ya li Weqfa Aştîya Navnetewî ya Cornegie de, derbarê Sûriyê de nirxandin kirin.
Li gorî nûçeya Middle East Eye, McGurk di axaftina xwe de gotiye: "Em piştevaniya asayîkirina pêwendiyên ligel rejîma Esed nakin. Em ti carî pêwendiyan asayî nakin.”
Li ser wan welatên erebî yên di demên dawî de têkiliyên xwe bi Şamê re baş dikin jî McGurk diyar kir ku ew welat hewl didin berjewendiyên xwe biparêzin û ti nirxandinek nekir.
McGurk herwiha got, "Heger Urdin bi Sûriyê re li ser ewlehiya sînoran gotûbêjan bike, em ê ji vê re nebêjin na. Lewra ev ji asayîkirina pêwendiyan cudatir e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin