PeyamaKurd - Fermandarê Bilind ê Artêşa Ukraynayê Valeri Zaluzhny ragihand ku ew pêşbînî dikin ku wê Rûsya destpêka sala 2023yan êrîşî paytexta Ukrayna Kîevê bike.
Valeri Zaluzhny ji rojnameya The Economist a Brîtanî re gotiye, "Erkê me yê rojên pêş giran e û divê em xwe ji bo şerekî giran û mezin amade bikin.”
Zaluzhny diyar kir: “Dibe ku di meha Sibata bê de şerek dest pê bike û Moskow êrîşî ser Kîev a paytexta Ukraynayê bike.”
Fermandarê Bilind ê Artêşa Ukraynayê Valeri Zaluzhny daye zanîn: “Gumana min li ser wê yekê tune ye ku Rûsya car din hewla kontrolkirina Kîeve bide.”
Valeri Zaluzhny dibêje: “Divê hemû amadekarî werin kirin, hejmara zirxpoş, top û dûravêjan werin amadekirin.”
Zaluzhny derbarê amadekariyên Ukraynayê de jî got, ew di wê baweriyê de ye ku kêşeya artêşa wan parastina bereyên başûr û rojhilat e û dibe ku li wan deran xakên din jî ji dest bidin.
Herwiha Zaluzhny daye xuyakirin, Rûsyayê dest bi bombebarankirina jêrxanên Ukraynayê kiriye, li aliyê din jî bi amadekariya êrîşeke mezin a ser Kîevê mijûl in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin