PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Kanûnû roja Yekşemê, pêwendiyeke telefonî ligel Emîndarê Giştî yê Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Musliman Dr. Elî Qeredaxî pêk anî.
Serokwezîr Barzanî, di pêwendiya telefonî de ji ber koça dawî ya xwişka Qeredaxî, Hecî Etiye sersaxî da û hevxemiya xwe gihandiyê.
Mesrûr Barzanî, hêvî xwest ku xwedayê mezin ruhê xweda jê razî bi bihuşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û malbatê.
Dr. Elî Qeredaxî jî spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendiyê û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin