Yekîtiya Ewropayê li ser kêmkirina emîsyona gaza karbonê li hev kir

Yekîtiya Ewropayê li ser kêmkirina emîsyona gaza karbonê li hev kir

PeyamaKurd - Konseya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku welatên YEyê li ser kêmkirina emîsyona gaza karbonê bo heta 2030yî gihîştiye rêkeftinê.

Piştî civîna bi seroktiya Komara Çekê ya Komîsyona Ewropayê hat ragihandin ku li ser armanca kêmkirina emîsyona gaza karbonê heta 2030yî welatên Yekîtiya Ewropayê li hev kirine ku heta ji sedî 62yan emîsyona gazê kêm bikin.

Li gorî vê biryarê wê heta sala 2030yî di gelek sektorên endustrî û hilberînê de bikaranîna gazên sera bê kêmkirin û bi giştî li gorî salên 1990î bi qasî %55 emîsyona gaza tevlî hewayê dibe were kêmkirin.

Bi vê biryarê re pêwîste li seranserê Ewropayê zêdetirî 10 hezan santralên enerjiyê û fabrîqe mohleta CO2 werbigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin