PeyamaKurd – Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic bal kişand ser rageşiya digel NATOyê ya li Kosovayê û got, di dema rageşiya dawîn a li Kosova û Metohî de welat kariye xwe ji karesata NATOyê dûr bixe.
Li gorî malpera Kosova Online, ji ber ku alozî û krîza li herêmê berdewam dike, Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic diyar kir, piştî rakirina barîkatên ku ji hêla Sirbên Kosovayê ve li bakurê welêt hatine danîn, welat karî xwe ji karesatek bi NATOyê re di dema aloziyên vê dawiyê yên li Kosova û Metohî de dûr bixe.
Serokomarê Sirbîstanê di daxuyaniya xwe de got: "Îşev ez ê hûrguliyên ku me vê carê karî ji karesateke mezin rizgar bikin û çima rayedarên Prishtina nehatin bakur vebêjim." Em bi NATOyê re li ber felaketekê bûn, lê me karî xwe jê dûr bixin.”
Vucic eşkere kir, ew pêşbînî dikin ku di serê salê de rayedarên payebilind ên welatên cuda werin welêt da ku Sirbîstanê neçar bikin ku Kosovayê nas bike.
"Di nîvê pêşîn ê meha Çile de, ez hêvî dikim ku 'dêwên' cîhanê werin ba min û 'hîn bikin' ka em çawa dikarin bigihîjin peymanek ew jê hez dikin. Her tim li madê min dixe, lê ez ê pêşwaziya wan bikim û ez û bibêjim çiqas ji van sohbetên xweş kêfa min tê û hwd. Ez ê wêneyekî bi vî awayî bidim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin