Rûsya: Belavoka hevpar ya NATO-YA yê pesindayîna serdestiya Rojavaye

Rûsya: Belavoka hevpar ya NATO-YA yê pesindayîna serdestiya Rojavaye

PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser îmzakirina belavoka hevpar ya navbera NATO-YA yê got ku ev pesindayîna serdestiya felsefa Rojavaye. Zaharova daxwuyaniya xwe bi nivîskî ragihand û got ku di belavoka wan de zêdekirina hevkariya li hemberê Rûsya û Çînê heye, dewama desteka ji bo Ûkraynayê heye, hevkariya di navbera her dû terefan de wê derxin asteka dinê ya di bilindtir û bertekê nîşanê peymana belavokê da.

Zaharova got ku di asta navdewletî de YA û NATO ber bi asteka nû ya hevkariyê de diçin û weha jî YA yê dixin nav reqabeta jeopolitik ya bi Çînê re û bi vê belavokê dixwazin bÊjin ku serdestiya Rojavahiyan her wext heye. Zaharova weha dewam dike:

“NATO û YA ji bo hemwelatiyên xwe dibêje ku wê temamê derfetên siyasî, aborî û alavên leşkerî ji bo wan bikarbîne û Rojava dibêje wê bi alîkariya van alavan wan welatên ku di derveyê wan de dimînin, wê şeklekî nû bidin wan û wan di nav sefên dijmin de dibînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin