PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji qada berevaniyê ya Amerîkayê hatin ragihandin, li eyaleta Alabama ya Amerîkayê, helîkoptereke Black Hawk li otobanê ket xwarê û di encama qezayê de mirî jî hene.
Ji aliyê Wezareta Parastina Neteweyî ya Tennessee ve bi daxuyaniyekê hat ragihand ku helîkoptera UH-60 Black Hawk li Huntsville ya Alabamayê, di dema tetbîqata perwerdehiyê de li otobanê ket.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 perwerdekarên di helîkopterê de canên xwe ji dest dane û hat diyarkirin ku di derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serfermandarê Hêzên Parastina Neteweyî ya Tennessee General Warner Ross di daxuyaniyekê de got ku "Ew ji ber wendakirina 2 Pasdarên Neteweyî gelek xemgîn e û duayên wî bi malbatên wan re ye ku di vê trajediya dilşikestî de ne."
Ross got, "Em bang li Tennessiyan dikin ku di vê roja xemgîn de ji bo piştgiriya malbatên pasdaran, jiyana xwe ji dest dane, bi me re bibin alîkar."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin