Hakan Fidan: “Ji siba û pê de diçim seredana welatên herêmê”

Hakan Fidan: “Ji siba û pê de diçim seredana welatên herêmê”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi wezîra kar û barên derve ya Kanadayê bi Anita Anand re li Ankara hevdîtinekî kir. Piştî civîna heyetên her dû terefan, her dû wezîr derketin ber çapemeniyê.

Hakan Fidan got ku bi hemkara xwe ya Kanadayî re li ser mijarên herêmê û navdewletî axifiye û hevdîtina wan dê hevkariya navbera her dû dewletan pêşde bibe.

Di hevdîtinê de behsa hevkariya sanayiya navbera her dû dewletan kirine da derxin asta herî bilind. Fidan li ser mijarên herêmê got:

“Ji bo ber li belavbûna krîzê bigrin, em xebata zêde ya dîplomatîk dimeşînin. Endîşeyên me li ser Kendavê her diçe zêde dibin û şer her roj geştir dibe. Şer bi xwe re talûkeyan jî tîne û eger şer raneweste, wê di têkiliyên navbera welatên herêmê û navdewletî de xesarên mezin çêbike. Ji serî de Tirkiye di navbera terefan de têkiliyên dîplomatîk dimeşîne û divê herkes rêya têkiliyên dîplomatîk vekirî bihêle.

Divê kes rê nede ku îşgala Îsraîlê li ser Lubnanê dewam bike û kes nebe sedema geşbûna şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê jî. Ew kuştinên Îsraîlê yên di asta bilind de divê dawî li wan were. Li Iraqê jî her diçe tevlihevî çêdibin û divê şerê di dinya Îslamê de dawî lê were...”

Hakan Fidan her weha ji bo berlêgirtina şer û têkiliyên di navbera welatên li herêmê, dê ji siba û pê de derê seredana welatên herêmê.