Hakan Fidan: Talûka şerê nuklerî heye û ne henek e

Hakan Fidan: Talûka şerê nuklerî heye û ne henek e

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di qebûla rojnamevanan de li ser gelek mijaran axifî ku di nav mijaran de yek jê li ser gengeşeya navbera dewleta Rûsya û welatên Rojava bû. Fidan got:

"Talûka şerê kureyî ya ku Putin behs dike, me bi xwe jî di mijarê de hişyariya xwe wekî Tirkiye daye. Şerê ku li Ûkrayna û Xezayê dewam dike her diçe kûrtir dibe, aktoran wekî grûb tîne cem hev û xetên navbera grûban kûr dike.

Mînak em Kore ya Bakûr dibînin ku ji wî aliyê dinyayê leşkerên xwe dişîne Rûsyayê û dibe terefdarekî aktîv ê şer. Di serî de DYA sîlihên ku dişîne û sîlihên ku Ewrûpî dişînin, aşkera diyar dike ku terefê şerin.”

Fidan got ku niha têkoşînekî aborî û hem siyasî bi şerekî germ yê topyekun dewam dike û weha dewam kir:

“Mirov dikare ji vê rewşê re bêje ku şerekî navdewletiye. Ya girîng ewe ku şiddet zêdetir nebe. Li ciyên diyar, şerên aborî û siyasî divê nebe şerekî germ….Dema behsa şerê nuklerî bikin, talûka şerê nuklerî destpêdike.”

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.