Hakan Fidan: “Weka em dizanin wê Trump tevlî zîrwa NATOyê bibe”

Hakan Fidan: “Weka em dizanin wê Trump tevlî zîrwa NATOyê bibe”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di çarçova seredana xwe ya Singapurê de bû mêvanê TV ya Bloombergê. Di bernamê de jê pirsîn bê dê Trump tevlî zîrwa NATO ya di 7-8ê Tîrmehê de ya Ankara bibe an nebe de agahiyan da.

Fidan, beha axaftina di rêya telefonê de ya navbera Trump û Erdoğan kir ku di meha borî de axifîbûn û Trump ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayin Erdoğan re gotiye ku niyeta wî heye tevlî civîna NATOyê bibe. Fidan got:

“Weka ku em dizanin dê tevlî zîrwa NATO bibe û plan dike. Di meha borî de Erdoğan çend car bi Trump re axifiye û di her carê de Trump gotiye ku dê tevlî zîrwa NATO bibe.

Trump ji hevkaran re dibêje ku budça bergiriya xwe zêde bikin û ji bo ewlehiya xwe berpirsiyariyê bigrin aliyê xwe. Di vê mijarê de zorê dide ser wan. Ewrûpiyan peyamê sitendin û ji niha de pêngavan avêtin. Dema lîder civiyan em ê li ser pêşdeçûnan biaxifin.”