Hatîmogullari: 2 sal derbas bûn lê hê jî mirov di konteyniran de ne

Hatîmogullari: 2 sal derbas bûn lê hê jî mirov di konteyniran de ne

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatîmogullari û heyeta pê re, ji bo duyemîn salvegera erdhejên 6ê Sibatê li Hatayê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Hatîmogûllari wiha got: “Mirov tevî ku 2 sal derbas bûye jî hê jî hewl didin jiyana xwe di konteynerên 21 metrekare de bi cih bikin.

Di duyemîn salvegera Erdhejên 6ê Sibatê de Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatîmogullari û heyeta pê re li Hatayê beşdarî merasîmên bîranînê bûn. Hatîmogûllarî di axaftina xwe ya li vir de bi kurtasî ev tişt anî ziman:

"Du sal berê îşev ber bi sibehê ve li Hatay, Mereş, Adiyaman û Meletiyê yên 11 parêzgehên me jiyan rawestiya. Ji 11 parêzgehên me ji ber erdhejeke ku ji kûr ve hat wêraniyeke mezin rû da. Bajarên me bi tenê man.

"Herêmên erdhejê veguherî înşaatên mezin"

Kemçe wê rojê nehatin. Wê rojê hiltî tunebûn. Lê piştî demeke kurt, ji bo rakirina kavilan îhale dan û ji nişka ve me li seranserê herêma erdhejê alavên avahîsaziyê yên şîrketên peymankar ên alîgirên hikûmetê dîtin. Ger ew kemçe wê rojê hatibûna, ewqas kes canê xwe ji dest nedidan. Em bi xwe beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn. Me bi çavên xwe dît ku kemçeyek dikare çi xelas bike û dikare çend kesan xelas bike.

‘Berdêla herî giran jin didin’

Zîhniyeta ku kontrolê nake, xaniyan teftîş nake, bi zanebûn mirovan dişîne mirinê bi efûyên sexte yên îmaran, niha piştî du salan, mexdûrên erdhejê yên ku hê sax in, rastî mirinê hatin. Piştî du salan jî gel hewl dide jiyana xwe di konteynerên 21 metrekare de bidomîne. Jin berdêla herî giran ji bo vê didin. Hewl didin jiyana malbat û zarokan di 21 metreçargoşe de bi cih bikin. Û hejmareke girîng a mirovan hîn jî li bajarên konteynerê dijîn. Ev hikûmeta ku wek mişterek li me, erdhejzedeyan dinêre, dîsa li holê tuneye. Du sal derbas bûn û dîsa tiştek tune, ji vir û pê de em bang li hukûmetê, hukûmeta navendî dikin. "Divê di zûtirîn demê de xanî bên çêkirin û qedandin û xelkê vir di zûtirîn demê de karibin bibin xwedî malên xwe."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin