Hesen Rûhanî ji Ûkraynayê lêborîn xwest!...

Hesen Rûhanî ji Ûkraynayê lêborîn xwest!...

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi sedema 8 Çileyê xistina balafira Rêhewayên Ukraynayê bi moşekê, ji Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenski lêborîn xwest.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokatiya Ukraynayê de hat ragihandin ku Zelenskiy bi Ruhanî re bi telefonê axiviye û hat gotin, li ser mijara ji aliyê Îranê ve xiztina balafira rêwiyan a cureyê Boeîng 737 a Rêhewayên Ukraynayê sekinîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, "Ruhanî sersaxî da gelê Ukraynayê û malbatên kesên canê xwe ji dest dane. Ruhanî ji ber trajediya ku 176 kes mirin li ser navê Îranê lêborîn xwest û bi temamî qebûl dike ku trajedî ji ber çalakiya şaşî ya welatê wî çêbûye."

Di berdewamê de jî hat gotin, rayedarên Îranî kesên ku di xistina balafirê de sûcdar in dê berpirsyar bigire û Zelenskiy destnîşan kiriye ku divê termên welatiyên Ukraynayê yên ku di bûyerê de mirine di demek kurt de bişînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin