Hevdîtinên di navbera DYA û Ûkraynayê de li Erebîstana Siûdî dest pê kirin

Hevdîtinên di navbera DYA û Ûkraynayê de li Erebîstana Siûdî dest pê kirin

PeyamaKurd - Heyetên DYA û Ûkraynayê li Riyada paytexta Erebîstana Siûdî ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê li hev civiyan. Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustam Umerov got, "Me li Riyadê bi tîma DYAyê re dest bi hevdîtinan kir."

Umerov diyar kir ku ji bo xurtkirina aştî û ewlehiyê talîmata Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bi cih tînin û wiha got, "Di rojeva me de pêşniyarên ji bo parastina tesîsên enerjiyê û binesaziya krîtîk hene. Îro em li ser gelek mijarên teknîkî yên tevlihev dixebitin. Di şandeya me de pisporên enerjiyê, nûnerên leşkerî yên hêzên deryayî û hewayî jî hene."

Heyetên DYA û Ûkraynayê herî dawî di 11ê Adarê de li bajarê Cîdde yê Erebîstana Siûdî hatin cem hev û hevdîtinê 9 saetan dewam kir. Şanda Amerîkayê Wê sibê bi şanda Rûsyayê re bicive.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.