Hêzên Hafter cebilxaneya Hikûmeta Wîfaq teqandin...

Hêzên Hafter cebilxaneya Hikûmeta Wîfaq teqandin...

PeyamaKurd - Artêşa Lîbya ya Netewî ku serokatiya wê Xelîfe Hafter dike, pêşveçûna xwe ya ber bi Trablûsê berdewam dike û herî dawî jî depoya cebilxaneya çekdarên hikumeta Wîfaq a li bajarê Zawiyê teqand.

Navenda ragihandinê ya operasyonên Keramê ya artêşa Lîbyayê ragihand ku artêşê, navenda “Koma çekdarên Mihemed Keşlaf” a li Ebû Gilaşa li bajarê Zawiyê kiriye hedef û depoya cebilxaneyê hatiye teqandin.

Berdevkê artêşa Libyayê Ehmed Mismarî beriya vê zanyariya teqandina cebilxaneyê soza suprîzan ji bo gelê Lîbyayê dabû û gotibû, di demeke nêz de, dê hêzên bijarte derbasî taxên sereke yên Terablusê bibin.

Li aliyê din Parlamena Libyayê jî Hikumeta Wîfaqê ya bi Tirkiyê re rêkeftina hevkariya leşkerî kiriye wekî hevalbenda terorîstan tawanbar kir û xwest, pênaskirina navdewletî ya bo hikûmeta Wîfaqê were kişandin.

Serokê Parlamana Lîbyayê Uqeyla Salih piştî hevdîtina bi hemkarê xwe yê Qibrisê re, banga kişandina naskirina navdewletî ji hikumeta Wîfaqê kiribû û gotibû, ji ber kirinên hikumeta Wîfaqê, êdî dema dawîanîna li naskirina fermî ya deshilata wî hatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin