Hêzên Îranî bi guleresandinê welatiyekî Kurd qetil kir

Hêzên Îranî bi guleresandinê welatiyekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd - Welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Bokana Îranê, bi sedema gulereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Îranî bi dijwarî birîndar bibû, her çiqas bo nexweşxaneya bajarê Mehabadê hatibûye veguhestin jî, ji ber kûrbûna birînê canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, Elî Nesîrî yê kurê Hecî Kerîmê xelkê bajarê Bokanê, bi sedema gulereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Îranî, bi dijwarî birîndar bibû, her çiqas bo nexweşxaneya bajarê Mehabadê hatibû veguhestin jî sedema kûrbûna birînê jiyana xwe ji dest da.

Termê wî welatiyê Kurd roja Pêncşemê (18.10.2018) bo axê hate spartin.

Hêzên leşkerî yên Îranî, li ser rêya di navbera Mehabad û Bokanê de, gule berdane ser otomobîla şexsî ya welatiyê Kurd û di encamê de jî, du kes ji rêwiyên  otomobîlê yên bi navên Elî Nesîrî û Mesûd Ekberipûr bi dijwarî birîndar bibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin