PeyamaKurd - Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê li welatiyekî kurd ê xelkê Kirmanşahê birî.
Li gorî daxuyaniya Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, Borzou Rezaei ji ber beşdarbûna di xwepêşandana seranserî ya meha rêbendanê de û bi tohmeta "hevkariya bi dewletên dijmin re" hatiye cezakirin.
Rezaei di dema xwepêşandana li Tehranê de hatibû desteserkirin û rûniştina doza wî di meha tebaxê de hatibû kirin.
Her wiha hat ragihandin ku roja duşemê jî du welatiyên din ên bi navên Alireza Sepahi û Alireza Raisi li Îsfehanê hatine darvekirin.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya sala 2025an, rejîma Îranê di warê darvekirinê de li ser asta cîhanê di rêza ewil de ye û zêdeyî 2 hezar kes hatine îdamkirin. Dezgehên mafên mirovan diyar dikin ku li Îranê bi hezaran xwepêşander di dema nerazîbûnan de hatine kuştin an jî girtin.