Wezîrê karê derve yê Hindistanê Sushma Swaraj ragihand ku ew 39 karkerên Hindistanê yên di sala 2014an de ji aliyê DEAŞê de li Iraqê hatibûn revandin, tev hatine kuştin.
Ciyê cenazeyên karmendan bi xêra dîmenên satalaytê hatine dîtinin ku ew der goristaneka komkî bûye. Di encama testên DNA de hatiye fêmkirin ku 39 cesed yên karmendên Hindistanê ne. Di testan de %70 bi yên xwediyên wan re wek hev derketine.
Wezîr ragihand ku wê cenazeyan bişînin herêmên wan. Herêmên wan Pencap, Bihar, Hîmaçal Pradeş û eyaleta Bengalê ye. Xebatkarên ku ji van herêman hatibûn Mûsilê bo xebatê, di dema ku wê ji mûsilê veqetin, ji aliyê DEAŞê ve hatibûn revandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin