PeyamaKurd – Piştî êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê û vê paşiyê jî yên ser Îranê, hinek welatên Ewrûpayê biryara ambargoya ser Îsraîlê dan.
Piştî girtina Hurmizê, welatên Ewrûpa û temamê dinyayê ji aliyê aboriyê û bazirganiyê de ketine tengavê. Her çendîn welatên Ewrûpayê bi yekdengî biryarê nedane jî hinek welatên Ewrûpayê yên weka Îngiltere, Îspanya, Slovenya, Belçika, Îsveç û Norveçê givaşan danîne ser Îsraîlê û dibe ev bibin bingeha givaşan.
Yekem dewlet ya Slovenyayê ye ku rêvebiriya Ljubljana ji Îsraîlê kirîna çekan qedexe kir, îxracatê û çûna transît asteng kir.
Dewleta Îspanya ji serî de DYA û di pey de Îsraîlê kir hedefa xwe. Îxracata sanayiya bergiriyê û berhemên ku du alî tên bikaranîn qedexe kir. Lîmanên xwe ji bo sewqiyata alavên leşkerî yên ji bo îsraîlê girt û seha hewayî jî pê re.
Îngîltere lîsansên ku talûka wan heye sîstemên çekan ku Îsraîl li dijî Xezzayê bikarbîne rawestand û temamê hevdîtinên bi Îsraîlê re yên bazirganiyê da sekinandin.
Belçika jî astengiya vîzeyê datîne, heya ji bo Îsraîlê seha xwe digre û îxracatê bi paketekî qedexe dike. Hetta hinek wezîrên tundrew yên Îsraîlê dixe nav lîstê ku neçin Belçikayê.
Welatên Îskandînavê jî di ser hûqûqa navdewletî de dixwaze Îsraîlê tengav bike. Îsveç jî dixebite da hêza YEyê bixe dewrê da îsraîlê tendav bike.