PeyamaKurd - Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi rêya grûpa Ketayîb Hizbullahê piştgiriya xwe ji bo êrişên leşkerî yên Hûsiyên Yemenê yên li ser xaka Erebistana Siûdiyê tekez kir.
Ketayîb Hizbullah di daxuyaniyekê de, piştî ku fûzeyên Hûsiyan cara duyem êrişeke berfireh birin ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyadê ku di encamê de hejmarek welatî hatin kuştin û zêdeyî 350 kesan birîndar bûn pîrozbahî li serkirdayetî û gelê Yemenê kir.
Komê ev êriş wekî bersiveke beramberî dorpêça Siûdiyê ya bi piştgiriya DYA û Îsraîlê binav kir.
Di daxuyaniyê de hinek daxwaz hatin rêzkirin; banga fermî ya qebûlkirina têkçûnê li Şazade Mihemed bîn Selman hate kirin û hat xwestin ku dawî li dorpêça li ser gelê Yemenê bê anîn.
Wekî din banga berdewamkirina operasyonan li Hûsiyan hate kirin.
Ev peyam di dema ku tê belavkirin ku wê roja çarşemê Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî serdana Erebistana Siûdiyê bike; serdana ku beriya niha du caran ji ber van alozî û êrişan hatibû paşxistin.