Hollandayê dest danî ser malên Gazpromê

Hollandayê dest danî ser malên Gazpromê

PeyamaKurd - Hat ragihandin piştî ku biryar hat dayîn ku Naftogaza saziya xaza siruştî ya Ukraynayê mafdar e dadgeha Holandayê dest da ser malên li Holandayê yên Gazproma saziya vejenê ya Rûsyayê.

Di daxuyaniya Naftogazê da hat destnîşankirin ku Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Stockholmê biryar da ku Gazprom tazmînatê bide Naftogaza saziya Ukraynayê û li ser vê dest dan ser malên Gazpromê yên li Holandayê.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku saziyên din ên Gazpromê yên li Holandayê li dijî vê biryarê derketin û wiha hat gotin: "Ligel vê biryar ew ê were pêkanîn. Naftogaz ji bo bicîanîna biryara tehkîmê û ji Gazpromê sitandina tazmînatê hemû rêyên qanûnî bi kar tîne."

Di daxuyaniya Gazpromê da jî hat destnîşankirin ku li ser mijarê lêkolînan dikin lêbelê hetanî vê gavê agahiyeke fermî negihîştiye destê Gazpromê.

Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Stockholmê ya ku navenda wê li Stockholmê ye ji vir demek berê biryar dabû ku di doza navbera herdu saziyan da Naftogaz mafdar e. Dadgehê got ku di sewqiyata xaza siruştî ya Ukraynayê da Gazpromê berpirsyariya xwe bi cî neaniye. Dadgehê biryar dabû ku bira Gazprom 2,56 milyar dolar tazmînatê bide Naftogazê.

Li Amsterdamê ofêsên şirketên wekî Gazprom Finance BV, Gazprom EP International BV, Gazprom Sakhalin Holdings BV, South Stream Transport BV, Gazprom Gerosgaz Holdings BV, Gazprom Holding Co-Operatie UA, Blue Stream Pipeline Company BV yên şirketên di bin banê Gazpromê da dixebitin hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin