PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di koma parlamenê ya partiya xwe de gotarek pêşkeş kir û li ser serkeftina hilbijartinên Stenbolê got, “16 milyon Stenbolvaniyan destana demokrasiyê nivîsandin. Pêşiya Tirkiyê vebû, dê hîn bêhtir vebe.” Kiliçdaroglu herwiha bang li partiyên siyasî kir, "Werin em rejîma yek zilamî ji holê rakin, sîstemeke demokratîk ava bikin."
Kiliçdaroglu li ser sîstema deshilatdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan a serokatiyê ku hemû erkên rêveberiyê di xwe de kom kirine jî bang li hemû partiyên siyasî kir û got, Qanûnê werînin parlamenê, em bi hev re rejîma yek zilamî ji holê rakin. Em sîstemeke bihêz a demokratîk ava bikin.”
Li ser serkeftina Ekrem Îmamoglu ya ku 800 hezar zêdetir ji namzedê AKPê deng wergirtiye jî Kiliçdaroglu diyar kir, “Bila kes meraqan neke, pêşiya Tirkiyê vebû. Dê hê jî vebe. Dê aramî were Tirkiyê, bereket were, demokrasî were.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin