PeyamaKurd- Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan HRANAyê bîlançoya dawî ya hejmara zarokên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên rejîm Îranê ve hatine kuştin û binçavkirin belav kir.
Li gorî raporê, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 7 hezar û 15 kes hatine kuştin û 53 hezar û 777 xwepêşander hatine destgîrkirin û 25 hezar û 846 xwepêşander jî birîndar bûne.
HRANAyê da zanîn ku di nava hejmara kesên hatine kuştin de 6 hezar û 488 xwepêşander, 236 zarok û 76 welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûne hebûn. Herwiha 207 jî endamên hêzên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê ve hebûn.
Li orî ajansê, di nav hejmara kesên hatine binçavkirin de; 555 zarokên di bin temenê 18 salî de hene û 147 ji wan xwendekarên zanîngehê ne.
HRANAyê diyar kir ku 11 hezar û 53 kes ji bo lêpirsînê hatine bangkirin, herwiha mikûrhatinên bi darê zorê ya 369 xwepêşanderan hatine tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin