HSDê lîsteya hêzên beşdarî artêşa Sûriyê bibin pêşkeşî Hevpeymaniya Navdewletî kir
PeyamaKurd- Ji bo yekxistin û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo artêşa Sûriyeyê, HSDê lîsteyeke fermî pêşkêşî Hevpeymaniya Navdewletî kir ku navên wan fermandarî û yekîneyên leşkerî tê de ye û biryar e bi artêşa nû ya Sûriyeyê re bên têkilkirin.
Li gorî zanyariyên malpera North Pressê, navên nêzîkî 70 fermandarên payebilind ên HSDê di wê lîstê de hene, ku di şerê li dijî DAIŞê de rolekê berçav lîstiye.
Li gorî nûçeyê pêvajoya beşdarîkirinê wiha ye:
Sê firqeyên sereke yên HSDê dê bi artêşa Sûriyeyê re bên têkilkirin û dê li deverên Cezîre, Firat û Dêrazorê bên binecihkirin.
Sê lîwayên taybet ên HSDê dê bikevin bin fermana erkana giştî ya artêşa Sûriyeyê.
Çavkaniyekê eşkere kiriye ku, 30% ya postên di erkana giştî ya nû ya Sûriyeyê de dê bikevin destê fermandariyên HSDê.
Yek ji lîwayên taybet dê ji bo operasyonên li dijî terorê bê terxankirin û dê bi hevahengiya Hevpeymanan li seranserê Sûriyeyê bixebite.
Mezlûm Ebdî beriya niha ragihandibû ku, hêzên wan dê "pareke bihêz a artêşa nû ya Sûriyeyê pêk bînin" û yekîneyên li dijî terorê jî dê li ser karên xwe berdewam bin. Hate diyarkirin ku HSDê lîsta xwe pêşkêş kiriye û hêvî kirirye ku ew pêvajoya hevgirtinê "zû" çêbibe.
Ji aliyekî din ve jî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê berê ragihandibû ku, HSDê "şiyana têkilbûna bi artêşa Sûriyeyê re heye" û gelek rêzê li wan digirin.
Şandeke leşkerî ya HSDê roja 13ê Cotmehê serdana Şamê kiribû. Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo jî ragihandibû ku, ew gihîştine "lihevkirina devkî" lê hîn tu peymaneke fermî nehatiye îmzekirin.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.