Hukumeta Maduro û muxalefet li Osloyê hevdîtinan dikin

Hukumeta Maduro û muxalefet li Osloyê hevdîtinan dikin

PeyamaKurd- Hukumeta Venezuelayê û muxalefeta wê li payîtexta Norweçê di asta bilind de hevdîtinan dikin. Balyozê Venezuelayê yê li Neteweyên Hevgirtî Jorge Valero mijarê piştrast kir û got hevdîtin hatine kirin.

Nûçeyên hevdîtinê, piştî biryara ku ji parlementerên muxalif bo 10 parlementeran, bi sedema ku “bi welatê xwe re îxanetê kirine”, xwestine ku mafê parastina wan rabe, hatin belavkirin.

Juan Guaido, herî dawiyê di hevpeyvîna xwe ya di BBC yê de ragihandibû ku bo serokê dewletê Maduro ji wezîfê bê daxistin, mudaxeleya Amerîkayê di nav de  temamê bijarteyan li ser masê ne.

Balyozê Venezuelayê Jorge Valero bo rojnamevanan weha ragihand:

“Ez dikarin bêjim ku hevdîtin hatin kirin lê nikarim bi hûrayî behsa mijarê bikim.”

Hevdîtinên navbera her dû aliyan ev çend rojin ku dewam dikin lê bi dizî dihat girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin