PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ji êrîşên hewayî yên ser balafirgeha navdewletî ya Sanayê Erebistana Sa’ûdiyê berpirs girtibû û bi vê sedemê êrîşê Erebistanê kirin.
Hûsî, bi fuzeyan li Başûrê Erebistanê li balafirgeha navdewletî ya Abhayê xistin. Her weha li baregeha qral Xalid ya hewayî xistin ku dikeve rojavayê Başûrê Erebistanê. Balafirgeha Abhayê ya navdewletî ji bo çûn û hatinê girtin.
Encama lêdana bi fuzeyan ya ji aliyê Hûsiyan de, nehat ragihandin bê çi zerara Erebistanê ya mal û can bû ye.