PeyamaKurd - Li Yemenê di navbera Hûsiyên ku alîgirê Îranê ne û hêzên koalîsyona bi serokatiya Siûdiyê de pevçûn û daxuyaniyên dualî berdewam dikin.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku wan li asîmanê bajarê Sada yê li bakurê Yemenê, firokeyeke şer a tîpa "Typhoon" a girêdayî Siûdiyê bi mûşeke ji erdê bo hewayê xistine armanc û ziyan dayê.
Hûsiyan diyar kir ku firokeya ku ji bingeheke leşkerî ya li Taifê rabûbû, di êrîşa roja Çarşemê de rasterast lê hatiye xistin, lê aliyê Siûdiyê heta niha li ser vê iddiayê ti daxuyaniyeke fermî nahatiye dayîn.
Ji aliyê din ve, Berdevkê Hêzên Koalîsyona bi serokatiya Siûdiyê Tumgeneral Turkî El-Malikî daxuyand ku êrîşeke bi balafira bêfirokevan (dron) a ku herêma rojhilatê Siûdiyê dikir armanc , ji aliyê hêzên wan ve hatiye astengkirin û pûçkirin.