Hewraz Mihemmed li Cambridgê Xelat  bi dest xist

Hewraz Mihemmed li Cambridgê Xelat  bi dest xist

PeyamaKurd - Derhêner Hewraz Mihemmed ragihand ku wergirtina xelatê di festîvaleke navneteweyî de ku nêzîkî 100 fîlm ji zêdetirî 25 welatan tê de beşdar bûbûn, ji bo sînemaya Kurdî di qada navneteweyî de serkeftineke girîng e.

Mihemmed tekez kir ku Festîvala Fîlman a Cambridgeê platformeke girîng e ji bo piştgirîkirina sînemakarên serbixwe, û diyar kir ku "Xelata Temaşevanan" pêwendiya rasterast a di navbera temaşevan û fîlm de nîşan dide û alîkariyê dike ku çîrokên Kurdî bighêjin girseyên firehtir.

Fîlmê ku li herêmên sînorî yên Kurdistanê hatiye kişandin, balê dikişîne ser mijarên gunehkariyê, bîrweriyê û bandorên demdirêj ên şer.

Derhêner destnîşan kir ku fîlm çîroka şoreşgerê Kurd Harûn vedibêje ku barekî giran ê travmayên boriyê dihilgire; Harûn ji bo dîtina aramiya derûnî di serî de berê xwe dide muzîka ola Yarsanê û piştre digihêje gundekî dûr dest ê li noqteya hevgirtina sînorên Iraq, Îran û Tirkiyeyê ku Meryema hunermenda deqên resen ên Kurdî tê de dijî.