Hyundai li Tirkiyê bi 715 milyon Avro veberhênanê dike

Hyundai li Tirkiyê bi 715 milyon Avro veberhênanê dike

PeyamaKurd – Hyundai Motor li Tirkiyê di fabrika bajarê İzmitê de tesîsa batarya ya nû ava dike û veberhênana xwe ya di seha IONIQ 3 de xwurt dike.

Îsal 27 hezar û di sala bê deji  40 hezarî zêdetir dê alavan hilberîne û hemû di çarçova veberhênana bi 715 milyon Avro de dê bêkirin û di serî de dê ji 300 kesî zêdetir xebatkaran bixebitîne.

Hyundai Motor Türkiye, ragihand ku wê hilberîna xwe ya li pey hev di meha Tebaxê de bike û desteka wê dê bi tesîsa xwe ya li İzmitê ya IONIQ 3 modelî destek bike.

Fabrika li ser seha 30 hezar m2 yî tê avakirin. Di tesîsê de dê 27 robot kar bikin. Hilberîna bataryan bêhtir otomotîke an ku bê dest bidinê dê hilberînin. Heya tesis amade bibe wê fabrika bataryayên xwe ji Çînê û Macaristanê temin bike.

Di fabrîka Hyundai ya İzmitê de jisala 1997an heya niha hilberîna 3,3 milyon erebeyan çêbûye.